Êrişa terorîstî li Kenedayê: Kuştî û birîndarên wê hene
Mijdar 02, 2020 09:27 Asia/Tehran
Polîsên Kenedayê duh ragihand ku êrişek pêk hat û di encamê de gelek qurbanî çêbûne.
Polîsan kesekî bi guman girt û bang li welatiyan kir ku di malên xwe de bimînin.
Her wiha polîsan diyar kir ku di êrişê de 5 kes birîndar bûne.
Dezgehên çapemeniyê jî ragihandin ku di êrişê de 2 kes hatine kuştin û 5 kes birîndar bûne.
Dewleta Kanadayê dibêje pir muhtemel e ev êriş terorîstî bibe.