Cotmeh 27, 2020 13:39 Asia/Tehran
  • Di teqîna li  Pakistanê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 70 kes birîndar bûn

Rayedarên pakistanî ragihand ku îro di encama teqînekê li dibistaneke olî li Pîşawerê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 70 kes jî birîndar bûn.

Li gorî Reutersê berdevkê Nexweşxana Lady Reading got îro wan 7 kuştî û zêdetirî 70 birîndar ku piraniya wan di encama teqînê de şewitîne, pêşwazî kirine.

Berpirsekî polîsên Pakistanê bi navê Weqqar Ezîm ji AFP’ê re piştrast kir ku teqîn, di dema dersa Quranê de bi rêya çanteyekî pêk hatiye û di encamê de gelek şagirt hatin kuştin û birîndar bûn.

Piştî çend mehan ji aramiyê li Pakistanê, vê teqînê rû da. Bajarê Pîşawar ê li bakurê welêt par rastî êrişên rojane dihat, beriya ku rewşa ewlehiyê baş bibe.

Serepeyv