Cotmeh 25, 2020 13:08 Asia/Tehran
  • Li Efganistanê fermandarekî El-Qaîdeyê hate kuştin

Dayireya Ewlekariya Neteweyî ya Efganistanê diyar kir ku hêzên ewlekariyê fermandarekî rêxistina El-Qaîdê bi navê Ebû Muhsin El-Misrî kuştiye.

IRNA ragihand ku Dayireya Ewlekariya Neteweyî diyar kir ku fermandarê ji Misirê ku li gorî texmînan berpirsyarê duyemîn ê rêxistinê ye, li herêma Xeznê di operasyoneke taybet de hatiye kuştin.BI kuştina Ebû Muhsin El-Misirî derbeyek giran  li vê koma terorîst li Efganistanê ket.

Ebû Muhsin El-Misirî li Amerîkayê bi piştgiriya madî û jêderan ji rêxistina terorê re û bi qetilkirina welatiyên Amerîkayê, dihat tawanbarkirin. Li gorî Nivîsgeha Lêpirsînê ya Federal a Amerîkayê (FBI) Ebû Muhsin El-Misirî welatiyekî Misirê ye û navê wî yê rastîn Husam Ebdulraûf e.

Wilayeta Xeznê, wilayeteke bê ewleh li Egxanistanê ye ku hin endamên Qaîdeyê li wir in. 

Di meha derbasbûyî de wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihandibû ku herî kêm 200 endamên El-Qaîdeyê li Efganistanê hene.

Serepeyv