Berdevkê Kirêmlînê derbarê hebûna Tirkiyê di gotûbêjênê Qerebaxê da helwêsta xwe aşkira kir
Cotmeh 22, 2020 20:38 Asia/Tehran
Berdevkê Qesra Kirêmlînê ya Rûsiyê destnîşan kir ku beşdariya Tirkiyê di gotûbêjên çareserkirina kêşeya Qerebaxê tenê bi lihevkirina hevpar a Bakû û Yêrîvanê pêkan e.
Li gorî rapora IRNAyê, Dmîtrî Pêskov, Berdevkê Qesra Kirêmlînê ya Rûsiyê roja Pêncşemiyê got: Beşdariya Enqerê di gotûbêjên çareserkirina kêşeya Qerebaxê tam girêdayî bi vîna siyasî ya welatên Komara Azerbaycanê û Ermenistanê ye û rola navcî ya Tirkiyê tenê bi razîbûna du aliyan pêkan e.
Berdevkê Qesra Kirêmlînê ya Rûsiyê got: Lihevkirinên ku pêştir derbarê agirbesê li Qerebaxê pêk hat, hîn ji laiyê Yêrîvan û Bakûyê va cih nayên.
Dewleta Tirkiyê daxwaza beşdariya di gotûbêjên pêşerojê yên Yêrîvan û Bakûyê dike; Lê Ermenistanê vê yekê napejirîne.