Cotmeh 16, 2020 11:04 Asia/Tehran
  • Twitter'ê hesaba hilbijartinê ya Trump bi awayekî demkî asteng kir

Tora civakî ya Twitter'ê çend saetan hesaba erkantiya Hilbijartinê ya Donald Trump asteng kir, lê bi itiraza qanûndarêjên Komarîxwaz, ev astengî hat rakirin.

Li gorî rapora Reutersê, Hesaba Twitterê ya Erkantiya Hilbijartina Donald Trump roja Pêncşemiyê vîdyoyek ji zarê Rojnameya New York Post'ê derbarê hûrgiliyên hevkariya ticarî ya Hantêr Baydên lawê Co Baydên (Joe Biden) berendamê Dêmokratan di Hilbijartina Serokomartiya Ameîrkayê da digel kompaniyeke ukraynî weşand.

Twitterê ev vîdyo wek binpêkirina qanûnên xwe da zanîn û qabiliyeta weşandina peyamê di vê hesabê da asteng kir.

 

Serepeyv