Cotmeh 13, 2020 16:49 Asia/Tehran
  • Li Rûsyayê di 24 saetan de zêdetirî 13 hezar kesan bi vîrusa korona ketin

Li Rûsyayê di 24 saetên borî de 13 hezar û 868 kesên din bi vîrusa korona ketin. Herwaha 244 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya Navenda Pêşgîrî û kontrola Vîrusa Korona ya Rûsyayê, di 24 saetên borî de 13 hezar 868 kesên din bi vîrisa korona ya nû ya Covîd – 19ê ketine û bi giştî jî hejmara pêketiyan li Rûsyayê geheştiye milyonek û 326 hezar û 178 kesan.

Herwaha hat ragehandin di 24 saetên borî de 244 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî hejmara pêketiyên jiyana xwe ji dest dane geheştiye 22 hezar û 966 kesan.

Hat ragehandin li Rûsyayê milyonek 31 hezar û 785 pêketiyên vîrusa korona jî baş bûne.

Serepeyv