Cotmeh 09, 2020 16:22 Asia/Tehran
  • Terry Burcard: Divê artêşa me amade be, hinek alî Fransayê provoke dikin

Fermandarê fransî Terry Burcard got “Divê artêşa Fransayê ji şerên dijwar re amade be, hinek alî Fransayê provoke(tehrîk) dikin û asta xetereyê bilind dikin.”

Fermandarê hêzên bejahî yê Fransayê Terry Burcard di hevpeyvînekê de bi rojnama Le Figaro re piştrast kir ku li cîhanê hevsengiyên nû çêdibin, xetere dê li dijî Fransayê hebin, lê hinek “lîstikvan Fransayê provoke dikin û asta xetereyê bilind dikin.”

Burcard destnîşan kir ku divê artêşa Fransayê nekeve bin bandora zextan û artêşeke xurt û nimûneyî ava bike.

Ev daxuyaniyên Burcard piştî gurbûna alozî û pirsgirêkên dawîn di navbera Parîs û Enqerê de, di encama hewldanên dewleta Tirkiyê yên lêgerîna jêderên enerjiyê li Deryayê Spî, hatin.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi awayekî tund tevgerên dewleta Tirkiyê di meha borî de rexne kirin, nexasim piştî bûyera ku bi keştiya Fransayê re rû daye û gotibû: “Fransa dewleta Tirkiyê wek şirîkekê di pêşxistina Deryayê Spî de nabîne.”

Her wiha Enqerê jî bi zimanekî tund bersiva wan daxuyaniyan dabû.

Serepeyv