Li cîhanê zêdetirî 36 milyon kes bi vîrusa koronayê ketine
Cotmeh 09, 2020 10:32 Asia/Tehran
Li cîhanê 36 milyon kes bi vîrusa koronayê ketine, milyonek û 54 hezar kes can dane û 25 milyon nexweş jî baş bûne.
Malpera Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkayê duh pêncşemê eşkere kir ku hejmara tevahî kesên ku bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine gihaştiye 36 milyon û 77 hezar kesan. Her wiha ji ber vîrusê, milyonek û 54 hezar kes mirine û 25 mîlyon nexweş jî baş bûne.
Li gorî hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketine, Amerîka di lûtkeya lîsteyê de, piştre Hindistan, Brezîlya, Rûsya, Kolombiya, Arjantîn, Spanya, Perû, Meksîka, Fransa, Afrîkaya Başûr, Brîtanya, Îran, Şîlî, Tirkiye û Iraq tên.
Li gorî hejmara nexweşên ku ji ber vîrusê mirine, Amerîka di serê lîsteyê de cih digire, piştre Brezîlya, Hindistan, Meksîka, Brîtanya, Îtalya û Perû tên.