Cotmeh 03, 2020 12:28 Asia/Tehran
  • Trump di nexwaşxaneyeke leşkerî de hat razandin

Serokê Amerîkayê ji ber bi vîrusa koronayê ket, li nexwaşxaneyeke leşkerî ya Amerîkayê hat razandin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyameke videoyî de ku berî biçe nexwaşxanê belav kir de, spasiya hemû wan kesan kir ku hêviya selametiyê bo wî xwestine û ragehand: ‘’Pêzanînên min bo piştevaniya we heye û ez ti demekî vê jibîr nakim.’’

Trump ragehand, dê biçe nexwaşxana leşkerî ya Walter Reed a li Mariland û got: ‘’Ez bawerim ez pir baş im.’’

Li gor zanyariyên çapemeniyê, çend rojekan dê li wê nexwaşxanê bê razandin û dermanên pêwîst dê jê re bên dayîn.

Çapemeniya Amerîkayê çend wêneyên Donald Trump belav kirin ku derdikev û rewşa wî baş e û bixwe li helîkoptereke leşkerî siwar dibe û diçe nexwaşxanê.

Herwaha derbarê rewşa tenduristiya hevjîna wî Melenia de jî ragehand, rewşa tenduristiya wê pir baş e.

Duh 02.10.2020ê Donald Trump di tora xwe ya civakî twitterê de ragehandibû ew û hevjîna xwe bi vîrusa korona ketine.

Serepeyv