Cotmeh 02, 2020 20:33 Asia/Tehran
  • Pûtîn teqez kir ku divê bilez pevçûnên li Qerebaxê bên rawestandin

Serokomarê Rûsiyê di gotûbêja bi riya telefonê digel serokwezîrê Ermenistanê li ser pêwîstiya rawestandina bilez a pevçûnên vî welatî û Komara Azerbaycanê li navçeya Qerebaxên pêgirî kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Koşka Kirêmlînê îro Îniyê bi daxuyaniyekê ragihand: "Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê di gotûbêja telefonî tev Nîkol Paşîniyan Serokwezîrê Ermenistanê tevî şêwirîna derbarê rewşa navçeya Qerebaxê, rawestandina bilez a pevçûnên Bakû û Yêrîvanê û destpêkirina hewildanên siyasî û dîplomatîk jibo çareserkirina kêşeyê li vê navçeyê pêwîst daye zanîn."

Angêla Mêrkêl, Serokwezîra Almanyayê jî îro piştî civîna serokên Yekîtiya Ewropayê li Brûksselê ragihand ku serokên vê yekîtiyê tevî şêwirîna derbarê pevçûnên vê dawiyê li Qerebaxê, daxwaza pêkhatina agirbesê di dema herî lez a pêkan da kirine.

Pevçûnên sînorî navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê di Tîrmeha bihurî da jî bû sebeba birîndarbûn û candana bi dehan kesî û du welatan tawana destpêkirina van pevçûnan li hev bar kirin.

Komara Azerbaycanê û Ermenistan li ser navçeya Qerebaxê bi hev ra nakok in.

Nîqaş û nakokiya navbera van du welatan li ser navçeya Qerebaxê sala 1988an destpê bû û sala 1991ê dawî veguherî pevçûna leşkerî. Di vê navberê da destwerdana hin welatên din jî bûye sebeb agirê vê nakokiyê gurrtir bibe.

Heta niha NY û gelek ji welatan ji wan Komara Îslamî ya Îranê daxwaza rawestandina pevçûnan û destpêkirina gotûbêjan navbera Bakû û Yêrîvanê kirine.

 

 

 

Serepeyv