Cotmeh 02, 2020 18:49 Asia/Tehran
  •  Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 34 milyon û 484 hezarî derbas bû

Li dinyayê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin ji 34 milyon û 484 hezarî derbas bû.

Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê heta niha milyonek û 27 hezar û 654 kes ji ber vîrûsê mirin.

Hejmara pêketiyan derket 34 milyon û 484 hezar û 468 kesan, 25 milyon û 674 hezar û 937 kesên bi vîrûsê ketibûn jî pak bûn. Li dinyayê 7 milyon û 781 hezar û 877 kes hê nexweş in û tên dermankirin.

Li Amerîkaya herî zêde nexweş û mirî lê hatin dîtin jî hejmara pêketiyan derkete 7 milyon û 494 hezar û 671 kesan, ji ber vîrûsê 212 hezar û 660 kes mirin.

Xêncî Amerîkayê welatên herî zêde lê nexweş hene û hejmara pêketiyan ji 300 hezarî zêdetir e ev in:

"Hindistan (6 milyon û 394 hezar û 68), Brezîlya (4 milyon û 849 hezar û 229), Rûsya (milyonek û 185 hezar û 231), Kolombiya (835 hezar û 339), Peru (818 hezar û 297), Îspanya (778 hezar û 607), Arjantîn (765 hezar û 2), Meksîka (748 hezar û 315), Afrikaya Başûr (676 hezar û 84), Fransa (577 hezar û 505), Şîlî (464 hezar û 750), Îran (461 hezar û 44), Îngiltere (460 hezar û 178), Iraq (367 hezar û 474), Bangladeş (364 hezar û 987), Erebistana Siûdî (335 hezar û 97), Tirkiye (320 hezar û 70), Îtalya (317 hezar û 409), Filipîn (314 hezar û 79) û Pakistan (313 hezar û 431)."

Xêncî Amerîkayê welatên hejmara miriyên wan ji 10 hezarî zêdetir in ev in:

"Brezîlya (144 hezar û 767), Hindistan (99 hezar û 804), Meksîka (78 hezar û 78), Îngiltere (42 hezar û 202), Îtalya (35 hezar û 918), Peru (32 hezar û 535), Fransa (32 hezar û 19), Îspanya (31 hezar û 973), Îran (26 hezar û 380), Kolombiya (26 hezar û 196), Rûsya (20 hezar û 891), Afrîkaya Başûr (16 hezar û 866), Arjantîn (20 hezar û 288), Şîlî (12 hezar û 822), Ekvador (11 hezar û 433), Endonezya (10 hezar û 856) û Belçika (10 hezar û 23)."

 

 

 

Serepeyv