Îlon 30, 2020 09:13 Asia/Tehran
  • Munazireya Trump û Baydên / Baydên: Trump serokomarê herî xerab ê Amerîkayê ye

Co Baydên berendamê dêmokratan di hilbijartina serokomartiya Amerîkayê di yekem munazireya (gotûbêja rûbirû ya hilbijartinê) digel Donald Trump, wek wek xerabtirîn serokomarê Amerîkayê da zanîn.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Yekem munazireya hilbijartinê navbera Donald Trump û Co Baydên  (Joe Biden) , berendamên Partiyên Dêmokrat û Komarîxwazên Amerîkayê berbanga roja Çarşemiyê li zanîngeha "Kîs Wêstêrn Rêsêrv" (Case Western Reserve) li bajarê Klîvlendê (Cleveland) yê parêzgeha Ohayoyê hat lidarxistin.

Co Baydên di destpêkê da bi gotina vêya ku tu (Trump) xerabtirîn serokomarê Amerîkayê heta niha yî, got: Trump girîngiyê nade gelê Amerîkayê û tevî belavbûna Vîrûsa Koronayê, tenê li ser geşatiya aborî pêgiriyê dike.

Baydên bi gotina vêya ku Trump bi ti awayî pişta kesên hewcedarê baldariyê di warê tendurustiyê da nagire, got: 200 hezar kes di dema ku wî (Trump) desthilat girtiye destê xwe, ji ber Vîrûsa Koronayê mirine.

Berendamê Dêmokratan di dewamê da Trump wek seyê perwerdekirî bi destê Pûtîn da zanîn û got: Gel divê dengê xwe bide, lê Trump hewil dide wan ji dengdayînê bihêle.

Trump tevî amajeya bi vêya ku plana aborî ya Baydên dê bibe sebeb ku nîvê kompaniyên çalak li hundir ji nav herin, îdia kir ku plana wî ya aborî heta niha heft miliyon derfetên karî û zêde ji trîliyonek dolar, mezinbûna aborî pêk aniye.

Trump di dewamê da jibo sekinîna li hemberî xwenîşandana dijî mijadperestiyê li Amerîkayê hincet anîn û got: Xwenîşandana dijî nijadperestiyê aram nebû û parêzgehên ku di destê dêmokratan da bûn, bûn qada tundîyê.

Donald Trump jibo xexata xwe ya pirr xerab derbarê têkoşîna dijî Koronayê jî wisa hincet anîn û got ku heke tu (Baydên) dewsa min bûbayî, dê dewsa 200 hezar kesî, miliyek ji welatiyên Amerîkayê bimirana.

Trump her wiha qebûlkirina encama hilbijartinê bi hincetên xwe yên ne asayî û neqanûnî girêda.

Biryar e du munazireyên din navebra Baydên û Trump û munazireyek jî navbera Mayk Pêns û Kamila Hirîs alîkarên du berendaman bên lidarxistin.

Li gorî piraniya rapirsînên pêkhatî di mehên dawî da li Amerîkayê, Baydên li pêş Trump e.

 

 

 

Serepeyv