Dîplomatekî Ermenî: "Tirkiyê dixwaze xewna 'Torana mezin' pêk bîne"
Rojnamevan û dîplomatê Ermenî Hamo Moskovyan got, Tirkiyê bi destwerdana li aloziya Ermenistan-Komara Azerbaycanê dixwaze dest li herêma Kafkasya û herêma pişt deryaya Qezwînê werde da ku xewna "Torana mezin" pêk bîne. Wî her wiha piştrast kir ku Tirkiyê ji bo pêkanîna xewnên xwe çeteyên Sûriyê bi kar tîne.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Duh (yekşemê) li ser sînorên bakur ên Ermenistan-Komara Azerbaycanê careke din şer derket. Ermenistanê ragihand ku Komara Azerbaycanê êrişî herêma Qerebax a çiyayî kiriye. Wezareta Parastinê ya Ermenistanê jî ragihnad ku hêzên wan 2 helîkopterên Komara Azerbaycanê û 3 balafirên keşfê rûxandine. Wezaretê fermandariya Komara Azerbaycanêê ji bûyerên ku rû didin, berpirsiyar nîşan da. Li ser wê yekê Ermenistanê li welêt seferberî ragihand.
Wekî her carê, Tirkiyê jî piştgiriya xwe ji Komara Azerbaycanê re ragihand. Di demên borî de du hin raporan de hatibû destnîşankirin ku Tirkiyê çeteyên ji Sûriyê birine Komara Azerbaycanê da ku li dijî gelê Ermen şer bikin. Têkildarî mijarê, ANHA`ê bi rojnamevan û diplomatê Ermenî Hamo Moskovyan re hevpeyvînek çêkir.
Hamo Moskovyan di bersiva pirsa "şerên di navbera Ermenista û Komara Azerbaycanê de nû bûn, sedemên wê çi ne, gelo hêzên derve li pişt gurkirina şer hene?" da got:
"Ji berê ve alozî di navbera her du welatan de hebû, lê belê di demên dawîn de ji ber destwerdana Tirkiyê û şandina çeteyên Sûriyê bo Komara Azerbaycanê, her wiha ji ber daxuyaniyên Tirkiyê yên dijberê Ermenistanê, ev nakokî zêdetir bûn."
Wî di bersiva pirsa "bi nêrîna we, çima daxuyaniyên Tirkiyê li dijî Ermenistanê ji daxuyaniyên Komara Azerbaycanê tûjtir bûn?" da got:
"Ji ber ku hêza leşkerî ya Komara Azerbaycanê ji hêza Ermenistanê lawaztir e. Her wiha têkiliyên stratejîk ên Ermenan bi Rûsyayê re hene. Ji lewra, serokkomarê Tirkiyê, wezîrê Derve yê Tirkiyê û Partiya Rast a netewperestên radîkal daxuyaniyên tûj li dijî Ermenistanê dan. Tirkiye xwe wekî bavê mezin û parêzvana Azerbaycanê dibîne."