Îlon 26, 2020 18:41 Asia/Tehran
  • Senderz hişyarî da; Diqewime Trump ji desthilatê wêda neçe

Senator eyaleta Vermontê ya Amerîkayê hişyarî da ku diqewime Trump encama hilbijaertinên serokomartîyê qebûl neke û astengan ser rêya veguhestina biaştî ya desthilatê derxe.

 Bernî senderz tevî hişyarîdayîna liser binpêkirina dêmokirasîyê li Amerîkayê û ihtimala qebûlnekirina işkesta di hilbijartinên serokomartîya vî welatî di Mijdarê de ji hêla Donald Trump ve, ji gel xwest ku jibo têkbirina wî, di wan hilbijartinan de pişikdar bibin.

Eva di halekî da ye ku ji mêj va ye ku Dêmokirat dilgiranê vê yekê ne ku Trump heke ser nekeve, encama hilbijartinê qebûl neke.

Trump vê sibê li koma hogirên xwe li mîtîngeke hilbijartinê gef kir ku heke di hilbijartinê de sextekarî neyê kirinê, ew dê têk neçe û desthilat neyê veguhestin.

Serederîya nekêrhatî ya Trump himberî vîrûsa koronayê û piştgirîya ji tepeserkirina xwenîşandanên dijî nijadperestîyê bûne sedema nerazîbûneke berfire ya amerîkîyan himberî Serokomarê vî welatî.

 

 

Serepeyv