Îlon 24, 2020 08:51 Asia/Tehran
  • El-Mismarî: Serçeteyekî DAIŞ`ê li Bakurê Afrîkayê hatiye kuştin

Berdevkê fermî yê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî, çarşemê ragihand ku serçeteyê DAIŞ`ê li taxa Ebdulkafî ya bajarê Sebha yê Bakurê Afrîkayê, hatiye kuştin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), El-Mismarî li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha got: "Me Sêşema borî (15`ê Îlonê) di civîneke çapemeniyê de ragihand ku me şaneyeke terorê ku ji fermandarên DAIŞ`ê pêk tê, li taxa Ebdulkafaî ya bajarê Sebhayê tune kiriye. Di çalakiyê de 9 terorîst hatin kuştin û du hevjînên wan hatin girtin."

Ehmed El-Mismarî her wiha daxuyand ku di nava kuştiyan de serçeteyê DAIŞ`ê yê li Lîbyayê yê bi navê Ebû Abdullah El-Lîbî, hebû. Piştî lêpirsînan û girtina çeteyekî din ê DAIŞ`ê diyar bû ku yê hatiye kuştin Ebû Muaz El-Iraqî ye ku bi navê Ebû Abdullah El-Iraqî jî tê nasîn, ew jî serçeteyekî DAIŞ`ê li Bakurê Afrîkayê bû.

El-Mismarî wiha dewam kir: "Ebû Muaz El-Iraqî di 12`ê Îlona 2014`an de tevî Ebdulezîz El-Enbarî bi rêya Tirkiyê derbasî Lîbyayê bû."

El-Mismarî got piştî kuştina El-Enbarî ji aliyê artêşa Lîbyayê ve di bûyerên Derna yên sala 2015`an de, Ebû Abdullah El-Iraqî wekî serçeteyê rêxistinê li Bakurê Afrîkayê hate pejrandin.

 

 

 

 

 

Serepeyv