Îlon 13, 2020 10:03 Asia/Tehran
  •  Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 28 milyon û 684 hezarî derbas bû

Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin ji 28 milyon û 683 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê heta niha 920 hezar û 264 kes ji ber vîrusê mirin.

Hejmara pêketiyan derket 28 milyon û 683 hezar û 966 kesan, 20 milyon û 598 hezar û 480 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn.

Li dinyayê 7 milyon û 165 hezar û 222 kes hê nexweş in û tên dermankirin.

Li Amerîkaya herî zêde nexweş û mirî lê hatin dîtin jî hejmara pêketiyan derkete 6 milyon û 636 hezar û 266 kesan, ji ber vîrusê 197 hezar û 421 kes mirin.

Xêncî Amerîkayê welatên herî zêde lê nexweş hene û hejmara pêketiyan ji 250 hezarî zêdetir in wiha ye:

"Hindistan (4 milyon û 663 hezar û 930), Brezîlya (4 milyon û 283 hezar û 978), Rûsya (milyonek û 57 hezar û 362), Perû (716 hezar û 670), Kolombiya (702 hezar û 88), Meksîka (658 hezar û 299), Afrikaya Başûr (646 hezar û 398), Îspanya (576 hezar û 697), Arjantîn (535 hezar û 705), Şîlî (430 hezar û 535), Îran (397 hezar û 801), Fransa (363 hezar û 350), Îngiltere (361 hezar û 677), Bangladeş (334 hezar û 762), Erebistana Siûdî (324 hezar û 407), Pakistan (300 hezar û 955), Tirkiye (288 hezar û 126), Îtalya (284 hezar û 796), Iraq (282 hezar û 672), Almanya (259 hezar û 725) û Filipîn (257 hezar û 863)."

Xêncî Amerîkayê welatên hejmara miriyên wan ji 10 hezarî zêdetir in wiha ye:


"Brezîlya (130 hezar û 474), Hindistan (77 hezar û 537), Meksîka (70 hezar û 183), Îngiltere (41 hezar û 614), Îtalya (35 hezar û 597), Fransa (30 hezar û 893), Perû (30 hezar û 470), Îspanya (29 hezar û 747), Îran (22 hezar û 913), Kolombiya (22 hezar û 518), Rûsya (18 hezar û 484), Afrîkaya Başûr (15 hezar û 378), Şîlî (11 hezar û 850), Arjantîn (11 hezar û 148) û Ekvador (10 hezar û 836).

 

Serepeyv