Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa korona 6 milyon û 500 hezar kesan derbas kir
Îlon 09, 2020 14:28 Asia/Tehran
Li Amerîkayê hejmara pêketiyên vîrusa korona her diçe zêde dibe û heta naha li wî welatî zêdetir ji 194 hezar kesan ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor zanyariyên dawiyê yên îro 09.09.2020ê li Amerîkayê di 24 demjimêrên borî de 28 hezar û 801 kesên din bi vîrusa korona ketine û hejmara pêketiyên vîrusa korona bi giştî li Amerîkayê geheştiye 6 milyon û 514 hezar û 376 kesan.
Herwaha heta naha li Amerîkayê 194 hezar û 37 kes jî ji ber pêketina bi vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane.
Li Amerîkayê heta naha 3 milyon û 797 hezar û 173 kes jî baş bûne.