Îlon 08, 2020 12:35 Asia/Tehran
  • Li Afrîqayê hejmara pêketiyên Kovîd-19'ê gihîşt milyonek û 312 hezarî

Li parzemîna Afrîqayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 312 hezar û 183yan.

Li gorî malpera "Worldometer"ê ya ku daneyên der heqê Kovîd-19'ê da berhev dike, li ser asta parzemînê hejmara pêketiyên Kovîd-19'ê di 24 saetên dawîn da 6 hezar û 931 zêde bû û derket milyonek û 312 hezar û 183yan.

Hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin jî 218 zêde bû û derket 31 hezar û 575an.

Heta niha ji ber Kovîd-19'ê herî zêde kes li Afrîqaya Başûr mirin û hejmara wê jî 15 hezar û 5 e. Li pey vî welatî bi 5 hezar û 541 mirinan va Misir û bi 1562 mirinan va jî Cezayîr tên.

Li Morîtyusê pêketiyên Kovîd-19'ê nemane, li Seyşelê û Erîtreyê heta niha kes nemiriye.

Li Komara Afrîqaya Başûr hejmara pêketiyan derket 639 hezar û 362yan, dû vî welatî ra bi 100 hezar û 41 pêketiyan va Misir, bi 73 hezar û 780 pêketiyan va Fas tê.

Li Afrîqayê hejmara nexweşên ku baş bûne jî miyonek û 49 hezar û 529 kes in.

 

Serepeyv