Îlon 04, 2020 15:03 Asia/Tehran
  • Cîhan- Jimara pêketîyên vîrusa Koronayê 26 milyon derbas kiriye

Hejmara pêketîyên vîrusa Koronayê 26 milyon derbaz kir. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê 26 milyon û 37 hezar û 404 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmar pêketîyan pirtir ji 6 milyon û 100 hezar kesan e. Li dû Amerika, bi 3 milyon û 900 hezar kes, pêketîyan Brezîlya, li dû wê jî bi 3 milyon û 800 hezar pêketîyan Hîndistan tê.

Ji ber vîrusa korona li temamê cîhanê pirtir ji 863 hezar kesan jîyanên xwe ji dest dane. Amerîka bi 185 hezar û 747 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêşî de ye û li dû wê bi 123 milyon û 780 mirinan Brezîlya heye.

Vîrusa koronayê di Çileya borî de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî welatên din bûbû.Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê bi qasî 90 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 4727 kes bi wê mirine.

Serepeyv