Tebax 30, 2020 23:26 Asia/Tehran
  • Li cîhanê jimara nexweşên vîrusa koronayê ji 25 milyon kesan derbas bû

Li gorî zanyariyên AFP’ê li seranserê cîhanê jimara kesên ku bi vîrusa koranayê ketine zêdetirî 25 milyon kesan e.

Li seranserê cîhanê hejmara nexweşên vîrusa koronayê (Covid-19) 25 milyon derbas kir. 

AFP’ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên fermî, daxuyand ku vê sibehê saet di 04:20’an de jimar hat tomarkirin, li gorî wê jimara giştî 25 milyon û 29 hezar û 250 e, jê 842 hezar û 915 kes mirine. 

Li Amerîkayê jimara kesên bi vîrusa koronayê nexweş bûne gihaşt 5 milyon û 960 hezar û 652 kesan, ji wan 182 hezar û 760 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li Brazîlyayê jî jimara giştî ya nexweşên vîrusa Koronayê gihîşt 3 milyon û 846 hezar û 153 kesan, di nav de 120 hezar û 262 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê îro ragihand ku zêdetirî 78 hezar kesên din bi vîrusa Koronayê ketine. Bi vê yekê jimara nexweşên vîrusa koronayê li Hindistanê 3.5 milyon derbas kir.

Serepeyv