Tebax 28, 2020 11:58 Asia/Tehran
  •  Ji ber lehiyê herî kêm 45 kes mirin

Li Nîjeryayê di rojên dawî de ji ber barana zêde lehî rabû û herî kêm 45 kes mirin.

 Welatê Afrîqaya Rojava Nîjeryayê ji serê Hezîranê û vir ve şilî ye, li gelek herêman qadên ku bi kêmanî 225 hezar kes lê dijîn di bin avê de man. Li gorî bîlançoya dawî ya hikûmetê ji ber lehîyê bi kêmanî 45 kes mirine.

Li gorî Wezareta Alîkariya Mirovî û Têkoşîna Dijî Bobeletan li gelek taxên paytextê, Nîameyê av hîn nekişiyaye. Di daxuyaniyê de hate gotin li tevahiya welêt ji 24’ê Tebaxê û wir ve ziyan gihaye ser 26 hezar malan.

Nexasim li herêmên Maradî, Thoua-Tîllaberî û Dosso û paytext Nîameyê 20 hezar xaniyên ku ziyan li wan bûyî û dibistan jî di rewşeke wiha de ne ku nikarin werin bikaranîn. Ji ber lehiyê 5 hezar û 300 hektar erdên çandî û bi sedan embarên zad û 700 bîr jî nema dikarin werin bikaranîn.

Serepeyv