El-Mismarî: Li başurê Lîbyayê tevgerên DAIŞ’ê
Tebax 27, 2020 18:55 Asia/Tehran
Berdevkê "Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê", general Ahmed El-Mismari, got ku Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê gelek tevgerên DAIŞ’ê, şopandin.
Berdevkê Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê, general Ahmed El-Mismari, got ku Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê gelek tevgerên DAIŞ’ê, şopandin. El-Mesmari piştrast kir ku DAIŞ li başûrê welêt heye, nemaze li devera "Um El-Eranêb", û ew li dora wê deverê digerin. Ji ber ku DAIŞ’ê roja Sêşemê bi piştgiriya komên çete yên girêdayî bi “El-Teşedîyîn” tevgerên mezin çêkiribû. Her wiha Hikumeta Rêkeftina Neteweyî tawanbar kir ku koma çeteyan girêdayî wan e.
El-Mismari di hevpeyvîneke bi “Sputnik” re got ku hejmarek çeteyên DAIŞ’ê li Trablusê hene, yên piştî şerên li Bengazî qewimîn revîbûn.