Donald Trump bi awayekî fermî bû berendamê Serokomartiya Amerîkayê
Partiya Komarparêzan duh Duşemî li hev civiya û bi awayekî fermî Serokdewletê Amerîkayê yê niha "Donald Trump" bo carek din wekî berendamê Serokomartiya Amerîkayê nîşan da.
Civîna Komarparêzan ku 4 rojan dê bidome duh li bajarê "Charlotte" ya eyaleta Bakurê Carolina dest pê kir. Roja pêşî dengdayîn çêbû û Donald Trump ji bo hilbijartina 59'emîn serokdewletê Amerîkayê hat destnîşankirin.
Li gor bernameyê Trump roja Pêncşemê (27'ê mehê) dê ji Qesra Spî li ser berendamtiya xwe biaxive.
Ji bo cîgiriya Trump jî cîgirê wî yê niha "Mike Pence" duyemîn car wekî berendam hat nîşandayîn.
Li Amerîkayê Partiya Demokratan 18'ê mehê "Joe Biden" wekî berendam nîşandayîn.
Hilbijartina Serokdewletî ya Amerîkayê îsal dê 3'ê sermawezê (Mijdar) de li dar bikeve. Li gor anketa niha "Biden" li pêş dixuye.