Tebax 21, 2020 21:42 Asia/Tehran
  • Li Lîbyayê aliyan biryara hilbijartin û agirbestê dan

Aliyên şer ên li Lîbyayê, ragihand ku wê şer li hemû welat bisekinin û biçin hilbijartinê.

Serokwezîrê hikûmeta navendî ya Trablûsê Fayîz El Serac ê Tirkiye destekê dide, li rojhilat serokê parlemetoya usulî  Agîla Salihî bi daxuyaniyên cuda ragihandin ku wê di nêz de hilbijartin pêk were.

Li gorî her du daxuyaniyan wê di demeke nêzîk de hilbijartin pêk were. Her wiha aliyan fermana ‘Bilez li hemû xaka Lîbyayê rawestandina şer da.

Dewleta Wifaqê ya bi serokatiya Fayiz El Serac îro desnîşan kir ji bo ku agirbes serê xwe bigire divê ku du bajarên Sirt û El-Cufre  werin bêçekkirin û hedefa sereke eva ye ku hakimiyet li gişt Lîbyayê bi deshilat bibe û hêzên biyanî jî ji welêt derkevin.

Lîbya 6 sal in hatiye dubeşkirin. Li aliyekê navendîbûna Trablûs ku hikûmetek ji aliyê Tirkiye û NY’yê ve tê destekkirin, li aliyê din jî li rojhilatê welat parlementoyeke ji aliyê Xelîfe Hefter ve kom bûyî û bi hilbijartinê hatî diyarkirin heye. Hikûmeta li rojhilata a 2014’ê bi hilbijartinê diyar bû, bi taybet herêmên piranî petrol lê ye di destê xwe de girtiye. Aliyê Hefter Misir destek dike.

Serokkomarê Misirê Abdul Fetah el Sîsî li ser hesabê Twîtterê agirbest silav kir û got: “Ev biryar ji bo pêkanîna çareseriyeke siyasî û aramiyê qonaxekî girîng e.”

Neteweyên Yekbûyî jî peymana di navbera rikberan de jî silav kir û agirbest ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Lîbyayê re pêngaveke girîng nirxand .

Serepeyv