Di êrişek Talîbanê de 14 kes hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i318843-di_êrişek_talîbanê_de_14_kes_hatin_kuştin
Li Efganistanê di êrişek hêzên Talibanê ya li ser baregehek Hêzên Raperîna Gel ya li bajarê Xwace Behadîn a wîlayeta Texarê de 14 kes hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 21, 2020 09:58 Asia/Tehran
  • Di êrişek Talîbanê de 14 kes hatin kuştin

Li Efganistanê di êrişek hêzên Talibanê ya li ser baregehek Hêzên Raperîna Gel ya li bajarê Xwace Behadîn a wîlayeta Texarê de 14 kes hatin kuştin.

Cîgirê Berdevkê Wîlayeta Texarê Mihemed Cewad Hicrî li ser bûyerê ev agahî dan;”Şeva borî, saet 00.30’an de li herêma Lale Guzer ya bajarê Xwace Behadîna ya li sîronê di navbera Tacîkistan û Efganistanê de bûyer pêk hat. Di encamê de 13 encamên Hêzên Raperîna Gel û encamekî hêzên sînor hatin kuştin. 4 kes jî birîndar bûn. “

Mihemed Cewad Hicrî wiha domand;”Piştî destpêkirina vî şerî hêzên piştevaniyê yên Efganistanê xwe gihandin cihê şer. Li hemberî êrişa çekdarên Koma Taliban rawestiyan. Di encama bersivdayînê de 6 çekdarên Taliban li gel fermandarekê hatin kuştin. 4 jî birîndar bûn.”

Hêzên Raperîna Gel li herêmên Efganistanê hatine avakirin. Ji welatiyên herêmî pêk tên. Li dijî êrişên komên radîkal herêmên xwe diparêzin. Li herêmên xwe dimînin.