Li Rûsyayê di 24 saetên borî de 124 pêketiyên vîrusa koronayê mirin
Tebax 13, 2020 20:54 Asia/Tehran
Li Rûsyayê ji ber pêketina bi vîrusa koronayê di 24 saetên borî de 124 kesên din jiyana xwe ji dest dan.
Li gor amarên dawiyê yên îro 13.08.2020ê di 24 saetên borî de li Rûsyayê 5 hezar û 57 kesên din bi vîrusa korona ya nû Covid - 19ê ketine û hejmara giştî ya pêketiyên vîrusa korona li wî welatî geheştiye 907 hezar û 758 kesan.
Herwaha hat ragehandin di 24 saetên borî de 124 kesên din ên pêketiyên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî hejmara pêketiyên ku jiyana xwe ji dest dane li Rûsyayê geheştiye 15 hezar û 384 kesan.
Herwaha 6 hezar û 98 kesên din jî baş bûne û bi giştî hejmara pêketiyên ku baş bûne jî geheştiye 716 hezar û 396 kesan.