6ê Tebaxê; Li cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19’ê 19 milyonî derbas kir
Tebax 06, 2020 18:42 Asia/Tehran
Li seransere cîhanê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê 19 milyonî derbas kir.
Malpera “worldometers” ku daneyên giştî yên vîrûsa koronayê dide, ragihand ku hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê derketiye 19 milyon û 415 kesî û hejmara kesên ku pê jiyana xwe ji dest dane jî gihîştiye 711 hezar û 627 kesî. 10 WELATÊN LI PÊŞ Her deh welatên ku hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê li wan zêde ye bi dorê wiha ne:
Amerîka 4 milyon û 973 hezar û 741 ke, Brezîlya 2 milyon û 862 hezar û 761 kes, Hindistan milyonek û 967 hezar û 700 kes, Rûsya 871 hezar û 894 kes, Afrikaya Başûr 529 hezar û 877 kes, Meksîka 456 hezar û 100 kes, Perû 447 hezar û 624 kes, Şîlî 364 hezar û 723, Spanya 352 hezar û 847 kes û Kolombiya 345 hezar û 714 kes.