Tebax 01, 2020 08:51 Asia/Tehran
  • Efganistanê 500 girtiyên Taleban serbest berdan

Serokê Efxanê Eşref Xenî biryar da ku 500 girtiyên Tevgera Taleban serbest werin berdan.

Li gorî rapora Hawar Newsê, Di xîtabeke televizyonê de, Xenî anî ziman ku ji eslê 5 hezar girtî, heta niha 4 hezar û 600 girtî hatine berdan û li gorî hevpeymana di navbera DYA û Taleban de, wê hemû girtî werin berdan.

Lê Xenî bibîr xist ku li gorî destûra welat ne ji erkê wî ye ku biryara berdana 400 kesên din ên girêdayî Taleban bide, ji ber ku destê wan di sûcên xeter de hene.

Xenî destnîşan kir ku ewê di demeke nêz de, bi meclisa şêxên qebîleyan re peywendî çêbike, da ku der barê wan kesan de biryareke çarenûsî bidin.

 

 

Serepeyv