Tîrmeh 31, 2020 10:26 Asia/Tehran
  • 30ê Tîrmehê; Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku pê ra Kovîd-19ê hatiye tesbîtkirin ji 17 milyon û 195 hezarî derbas bû

Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku pê ra Kovîd-19ê hatiye tesbîtkirin ji 17 milyon û 195 hezarî derbas bû

Jimara kesên ku bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya ku li bajarê Vuhana li ser Hubeya eyaleta Çînê derket holê û belav bû ketin li tevahiya dinyayê ji 17 milyon û 195 hezar û 721ê derbas bû.

Li gor malpera "Worldometer" a ku daneyên rojane yên welat û herêmên ku lê Kovîd-19 tê dîtin berhev dike li tevahiya dinyayê ji ber vîrusê 670 hezar û 322 kes mirin. Jimara haletan li tevahiya dinyayê derket 17 milyon û 195 hezar û 721ê, 10 milyon û 706 hezar û 687 kesên bi vîrusê ketibûn jî baş bûn. Li dinyayê tedawiya 5 milyon û 818 hezar û 687 haletên aktîf dewam dike.

Li Amerîkaya ku mirin û waiqe herî zêde lê ne bi 4 milyon û 568 hezar û 375 kesan ra Kovîd-19 hat tesbîtkirin, ji ber şewbê 153 hezar û 845 kes mirin.

- Welatên ku jimara haletan ji 100 hezarî derbas bûye

Digel Amerîkayê welatên ku jimara haletên wan ji 100 hezarî derbas bûne wiha ne:

"Brezîlya (2 milyon û 555 hezar û 518), Hindistan (milyonek û 587 hezar û 982), Rûsya (828 hezar û 990), Afrîkaya Başûr (471 hezar û 123), Meksika (408 hezar û 449), Peru (400 hezar û 683), Şîlî (351 hezar û 575), Îspanya (329 hezar û 721), Îngiltere (301 hezar û 455), Îran (298 hezar û 909), Pakistan (277 hezar û 402), Kolombiya (276 hezar û 55), Erebistana Siûdî (272 hezar û 590), Îtalya (246 hezar û 776), Bangladeş (232 hezar û 194), Tirkiye (228 hezar û 924), Almanya (208 hezar û 811), Fransa (185 hezar û 196), Arjantin (178 hezar û 996), Iraq (118 hezar û 300), Kanada (115 hezar û 470), Qetar (110 hezar û 153) û Endonezya (104 hezar û 432)."

Ji xeynî Amerîkayê welatên ku jimara miriyan ji 5 hezarî derbas bûye wiha hat rêzkirin:

"Brezilya (90 hezar û 188), Îngiltere (45 hezar û 961), Meksika (45 hezar û 361), Îtalya (35 hezar û 129), Hindistan (35 hezar û 35), Fransa (30 hezar û 228), Îspanya (28 hezar û 441), Perû (18 hezar û 816), Îran (16 hezar û 343), Rûsya (13 hezar û 673), Belçika (9 hezar û 836), Kolombiya (9 hezar û 454), Şîlî (9 hezar û 278), Almanya (9 hezar û 212), Kanada (8 hezar û 917), Afrîkaya Başûr (7 hezar û 497), Hollanda (6 hezar û 147), Pakistan (5 hezar û 924), Swêd (5 hezar û 730), Tirkiye (5 hezar û 659) û Ekvador (5 hezar û 623)."

 

 

Serepeyv