Tîrmeh 28, 2020 15:21 Asia/Tehran
  • EL-EREB: Misir û Tirkiye li ser xaka Lîbyayê pêşbirka îstixbaratê dikin

Rojnameya erebî ya EL-EREB nivîsî: Misir û Tirkiye li ser xaka Lîbyayê pêşbirka îstixbaratê dikin


Rojnameya erebî ya EL-EREB nivîsî: "Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku tevgera welatê wî ya îstixtbaratê li ser axa Lîbyayê rê li pêşiya pêşdeçûna 'Xelîfe Heter' serokê artêşa neteweyî ya Lîbyayê girt, di vê navberê de çavkaniyên ewlehiyê yên taybet ji El-Ereb re diyar kir ku îstixbarata Misrê hemû tiştên ku li aliyên rojavayê Lîbyayê yê di bin destê hikûmeta Wîfaqê de çêdibin, dizane. Ev jî nîşan dide ku di mijara leşkerî de di navbera Misir û Tirkiyê de pêşbirka îstixbaratê bi pêş dikeve.

Serokê Tirkiyê diyar kir ku "saziya îstixbaratê ji bo dewletê pir girîng e, ji ber ku ew bingeha dewletê ye.

Xuya bû ku Erdogan pir bi bawerî bêyî ku forsê bide, diaxivî û hin nimûneyên bikêrhatina saziya îstixbaratê di dîroka Tirkiyê de nîşan didan, ji dema Osmaniyan ta rola wê ya li Lîbyayê, her wih çawa "serkeftinên wê" hêza Enqereyê ya li ser maseya hevdîtinan mezin kir."

Lê tişta ku vê baweriya Tirkiyê dihejîne ew e ku li erdê hin hêzên din jî hene di heman qada îstixbaratê de dilîzin; Rûsya, Fransa û Amerîka, her wiha diyar e ku Misir jî pir girîngiyê dide Lîbyayê û wek dozeke neteweyî dibîne di şerê li dijî terorê û parastina sînoran de, her wiha ji bo parastina şîrket û karkerên Misirê. Jixwe Misir di vê derbarê de sûdê ji bertekên herêmî û navdewletî yên li dijî firehbûna desthilata Tirkiyê li Deryaya Spî werdigire.

Pisporekî ewlehiyê yê Misirê diyar kir ku qada xebatên îstixbaratê yên Tirkiyê li herêmê fireh bûye, Enqere dixwaze li qadeke fireh a cîhanê rolên dualî bilîze, her wiha dixwaze ji hêla leşkerî ve li herêmê belav bibe, ji bo pêkanîna van tiştan jî pêdiviya wê bi tevgera veşartî ya saziyên îstixbaratê heye ku agahiyan kom bike û bandorê li dijberan bike.”
 

Serepeyv