Lêkolîner û pisporê Tirkiyê: Dewleta Tirkiyê NATO’yê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne
Lêkolîner û pisporê kar û barên Tirkiyê Mihemed Rebî Dêhî got dewleta Tirkiyê NATO’yê ji bo pêkanîna hedefên xwe yên li herêmê, nexasim li Lîbyayê bi kar tîne û rewşa niha ya li hember polîtîkaya berfirehkirinê ya dewleta Tirkiyê û parçebûnên li herêmê, xeternak e.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Lêkolîner û pisporê kar û barên Tirkiyê Mihemed Rebî Dêhî bi rêya telefonê bi ANHA’yê re li ser nakokî û aloziya li Lîbyayê û destwerdana dewleta Tirkiyê a li dewletên erebî axivî.
Rebî Dêhî di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Rewşa Lîbyayê xeternak e. Ji ber aloziya Lîbyayê derfet li pêş Sûriyeke nû çênabe. Lê belê dê li pêşberî me Somaliyeke nû hebe ku çareya aştî yan jî dan û standinê dijwartir be."
‘ROLA dewleta TIRKIYÊ DÊ BIBE SEDEMA ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEMÎN’
Dêhî da zanîn ku tola dewleta Tirkiyê dê cîhanê li pêş bijarteya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bihêle, li gel wê jî parçebûn di Yekitiya Ewropayê (YE) de li ser pêwîstiya fezkirina cezayên tund heye, li aliyekî din jî pirsgirêk di hundirê NATO’yê de heye, bi wê re jî gef li NATO’yê li gel derfetgirtina Tirkiyê ya wê li gorî pêkanîna berjewendiyên xwe li herêmê, heye. Ew jî NATO’yê dixe helwesteke aciz û şopînerê siyasetên Enqereyê bêyî rawestandina hedefên wê. Ji lewre rewşa li Lîbyayê rojane bi piştevaniya Tirkiyê xeternaktir dibe.
‘KOLANA EREBÎ DEWLETA TIRKIYÊ NAPEJIRÎNE’
Lêkolînerê misirî wiha axivî: "Diyar e ku êdî Enqere bûye şirîkê plana parçekirina nû ya herêma erebî, her wiha hewl dide li ser bakurê Afrîkayê û gelek dewletên Ereban serwer bibe û planên xwe pêk bîne. Lê belê gelê Ereb êdî koma Îxwan a baskê pêkanîner ê hedefên dewleta Tirkiyê li herêmê red dike."
Der barê girîngiya Lîbyayê ji Enqereyê re û israra wê di ferzkirina hegemonyaya xwe de, Dêhî wiha got: "Piştî binketina Tirkiyê di serwerkirina Misirê û binketina berjewendiyên wê li Sûriyê de, Lîbya nuqteya stratejîk ji Tirkiyê re ye. Ji lewre dewleta Tirkiyê Lîbyayê wek nuqteya bicihbûna girîng a stratejiya hebûna xwe li bakurê Afrîkayê û derbasbûna li kûrahiya wê dibîne. Li gel wê tevliheviyê li dewletên herêmê yên mezin mîna Misirê ku projeya wê têk bir, çêdike."
Dêhî bal kişand ser ku bi rêya hebûna xwe li Lîbyayê dikare serweriya li dewlemeniyên petrolê li rojhilatê Deryaya Spî bike, piştevaniya Îxwan Muslimîn bike, her wiha kaxiza fişarê yan jî şantajê li YE’yê bi kar bîne. Ew jî bi rêya gefên li ewlehiya YE’yê şandina terorîstan bi rêya Deryaya Spî.
Têkildarî helwesta dewletên ewropî û erebî li ser destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê, Dêhî wiha da zanîn: "Texmîn dikim ku destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê dê di dema pêş de li gel redkirina hêzên navneteweyî, bi paş de biçe. Li aliyekî din jî helwesta Misirê ya îhtîmala bikaranîna hêza leşkerî heye û helwesta ewropî li hember Tirkiyê rastî pêşwaziyekê tê ku rola Tirkiyê red dike, her wiha ji ber metirsiya lidarketina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hewl dide cezayan li ser Tirkiyê ferz bike."
Di dawiya axaftinê de, lêkolîner û pisporê kar û barên Tirkiyê Mihemed Rebî Dêhî bang li girîngiya yekkirina kedên li ser astên erebî û ewropî kir ku li hember rola Tirkiyê li herêmê bisekinin.