Tîrmeh 17, 2020 14:06 Asia/Tehran
  • Li Amerîkayê hejmara mirinên ji ber vîrusa koronayê ji 141 hezar kesan derbas kir

Li Amerîkayê hejmara pêketinên bi vîrusa koronayê kêm nabe û heta naha li wî welatî nêzîkî 3 milyon û 700 hezar kes bi Koronayê ketine û zêdetir ji 141 hezar kesan jî ji ber vîrusa korona jiyana xwe ji dest dane.

Li gor amarên dawiyê yên îro 17.07.2020ê bi giştî hejmara pêketiyên vîrusa korona li Amerîkayê geheştiye 3 milyon û 695 hezar û 25 kesan.

Herwaha ji ber vîrusa korona hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî li Amerîkayê geheşt 141 hezar û 118 kes.

Li Amerîkayê milyonek û 679 hezar û 633 kes jî baş bûne û terka nexweşxanan dane.
 

Serepeyv