Komara Azerbeycanê:Artêşa me baregeheke leşkerî ya Ermenistanê rûxand
Pirsgirêka di navbera di navbera Ermenistan û Azerbeycanê ya li ser herêma Nagorno-Qarabaxê didome. Wezareta Parastina Komara Azerbeycanê eşkere kir ku baregeheke leşkerî ya Ermenistanê rûxandiye.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê Wacîf Darigiyaxêlî îro ragihand ku di êrişeke hêzên wan a li ser artêşa Ermenistanê de li devera sînorî ya Tûvuz, baregeheke leşkerî ya Ermenistanê li gel çek û alavên leşkerî rûxandine.
Şer û pevçûnan di navbera Ermenistanê û Komara Azerbeycanê de roja yekşemê despê kir û hîn berdewam dikin. Di roja yekem de ji herdu aliyan kuştî û birîndar hebûn.
Şer û pevçûnên vê dawiyê li devereke dûrtir ji deverên ku her dualiyan ser kêşe hene anku dûrtir ji herêma Nagorno-Qarabaxê û li şaristana Tûvuz despê bûne.
Aloziya di navbera Ermenistan û Azerbeycanê li ser herêma Qerebax ji sala 1988’an ve heye. Di salên 1992 û 1994’an di navbera wan de şer rû da. Her çiqas bi naybeynkariya Rûsya, Emerîka, û Fransa şer bi dawî bibû, lê hîn pirsgirêk çareser nebûye. Her yek jî îdia dike ku ew herêm beşek ji axa wê ye.