Berteka Koşka Sipî derheq repora Îstîzahkirina Trump
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i310905-berteka_koşka_sipî_derheq_repora_Îstîzahkirina_trump
Berdevkê Koşka Sipî rapora lêkolînên îstîzahkirinê ku ji aliyê meclisa nûneran a Amerîkayê hatiye weşandin, raporeke derew da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 04, 2019 06:38 Asia/Tehran
  • Berteka Koşka Sipî derheq repora Îstîzahkirina Trump

Berdevkê Koşka Sipî rapora lêkolînên îstîzahkirinê ku ji aliyê meclisa nûneran a Amerîkayê hatiye weşandin, raporeke derew da zanîn.

Berdevkê Koşka Sipî Stephanie Grisham sêşemê êvarê derheq rapora lêkolînên îstîzahkirina serokomarê Amerîkayê Donald Trump  ku ji aliyê Komîteya Lêzanînan a meclisa nûneran a Amerîkayê hatiye weşandin, bertek nîşan da û ev rapora derew û yekalî da zanîn.

Grisham got: Li dawiya proseyeke yekalî û derew, Adam Shif serokê Komîteya Lêzanînan a meclisa nûneran û demokratan nekarî  belgeyek li bara şaşitî û xelafkariya Trump raber bike.

Duh êvarê Komîteya Lêzanînan a meclisa nûneran raporeke 300 rûpelî derheq lêkolînên îstîzahkirina Trump weşand û hin tawan li dijî wî xistin rojevê.

Di vê raporê de Trump tawanbar bûye ku ji deshilata xwe ya serokomariyê bona zexta ser serokomarê Ûkrayînê Vlodîmîr Zeneskî îstifade kiriye û ew neçar kiriye ku li bara kurê Joe Biden reqîbê Trump yên serokomariyê raporê bide.

Trump herwiha tawanbar e ku xebitiye astengiyê ser riya lêkolînên îstîzahkirinê çêke û nehêştiye ku meclis ji şahidan îstifade bike.