Bêparbûna zêde ji 170 hezar nexweşan li Ingilîsê
Ji ber greva pizişkan li Ingilîsê zêde ji 170 hezar nexweş ji pizişkan û xizmetên dermankirinê bêpar mane.
Di çend mehên buhurî da karmendên beşên curbicur li Ingilîsê grevên xwe domandin û piştî bêencambna muzakireyên Yekitîyên Ticarî û rayedarên hikûmetê têkildarî daxwazên wan û zêdekirina miaşan, pêleke nû ya grevan li vî welatî dest pê bûye.
Di encama greva sêrojî ya pizişkan da li Ingilîsê beşa tenduristî û dermankirinê ya vî welatî pêrgî qeyranê bûye û di van rojên dawîyê da wergirtina 175 hezar nexweşan li nexweşxaneyan û navendên dermankirinê hat ibtalkirin.
Zincîregrevên ku bi awayekî berfire ji havîna sala buhurîê va li Ingilîsê dest pê bûne, bi dû neyartîya hikûmeta vî welatî hibmerî daxwaza nerazîyan a zêdekirina destmiz û miaşan ketine qonaxeke nû.