Çile 25, 2023 13:29 Asia/Tehran
  • Li Waşîngtonê 3 kes ji ber êrişa bi çekê hatin kuştin

Di encama êrişa bi çekê li sûpermarkêtekê da li şarê Yakîmayê yê ser bi eyaleta Waşîngtonê, 3 kes hatin kuştin.

Polîsê şarê Yakîmayê ragihand ku êrişker Carîd Hadok ê 21 salî ye ku piştî êrişê revîye.

Polîsan her wiha dan zanîn ku hîn hegera vê êrişê nehatîye kivşkirin.

Di çend rojên buhurî da li eyaletên Kalîfornîya û Ayovayê jî çend êriş pêk hatin.

Rakirina çekê li Amerîkayê azad e, lewma şîdeta bi çekê li seranserî vî welatî diqewime û her roj çend kes dibin gorîyê vê yekê.

Nifûsa Amerîkayê sedî 5ê nifûsa cîhanê digire ber xwe, lê sedî 31ê kesên ku bi çekê komkujîyê pêk tînin, li Amerîkayê ne.

Hejmara kuştîyên êrişên bi çekan li Amerîkayê rabûye asta herî bilind a di 30 salên buhurî da.

 

 

Serepeyv