Tîrmeh 13, 2020 10:09 Asia/Tehran
  • Navbera çekdarên Komara Azerbaycanê û Ermenistanê da pevçûn derket

Wezareta Berevaniyê ya Komara Azerbaycanê qala qewimîna pevçûpnê navbera hêzên çekdar ên vî welatî û Ermenistanê li devera sînorî ya Tovuzê kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Malpera Wezareta Berevaniyê ya Komara Azerbaycanê roja Yekşemiyê ragihand ku Artêşa Ermenistanê bi êrîşa li ser şaristana sînorî ya Tovuzê ya wî welatî agirbes binpê kiriye ku di encamê da 2 çekdarên Komara Azerbaycanê hatine kuştin û pêncên din jî birîndar bûne.

Komara Azerbaycanê û Ermenistan ji sala 1988an va li ser navçeya Qerebaxê şer dikin. Di encama vê gengeşeyê da navçeya Qerebaxê û heft şaristanên kêlekê ketine bin kontrola hêzên Ermenistanê.

 

 

Serepeyv