Tîrmeh 01, 2020 11:38 Asia/Tehran
  • 1ê Tîrmehê; Li Afrîkayê hejmara kesên ji ber KOVÎD-19'ê mirin ji 10 hezarî derbas bû

Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ji ber Vîrûsa Koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin 10 hezarî derbas bû.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, "Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ji ber Vîrûsa Koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin 10 hezarî derbas bû.

Hejmara kesên ji ber Vîrûsa Koronayê mirin di 24 saetan da 252 zêde bû û gihîşt 10 hezar û 166an.

Li gor malpera înternetê ya "Worldmeter" a ku der barê Vîrûsa Koronayê da ji welat û herêman agahiyên rojane berhev dike di 24 saetên dawîn da li parzemîna Afrîkayê hejmara pêketiyên KOVÎD-19'ê 11 hezar û 22 zêde bû gihîşt û 407 hezar û 336 kesî.

Heta îro herî zêde li Misirê mirov ji ber vîrusê mirin. Li Misirê 2 hezar û 953 kes mirin.

Li Afrîkaya Başûr 2 hezar û 657 û li Cezayîrê jî 912 kes ji ber vîrusê mirin.

Li Seyşelan, Erître, Uganda, Namîbya û Lesothoyê mirî nehatin diyarkirin.

Herî zêde li Afrîkaya Başûr mirov bi vîrusê ketine ku hejmara wan 151 hezar û 209 e. Li,Misirê 68 hezar û 311, li Ganayê jî 25 hezar û 133 kes vîrusê ketin.

Li Afrîkayê hejmara nexweşên ku baş bûn jî gihîşt 195 hezar û 45an.