Taybetmendiyên herî balkêş ên Leymûna tirş!
Leymûna tirş mêweyekî pirr sûdmend û bifeyde ye ku dikare ji bo tenduristiya giştî ya leşê mirov alîkar be.
Leymûna tirş, ev mêweyê hûr ê bi rengê zer, tijî ye ji vîtamîn, madeyên kanzayî û antî-oksîdanan ku gelek sûd û feydeyên xwe ji bo tenduristiyê hene.
Taybetmendiyên leymûna tirş gelekî zêde ne; ji kêmkirina îhtimala tûşbûna bi şêrpenceyê û pêşîgirtin li asma anku astengiya bêhnkişandinê bigire heta taybetmendiya jinavbirina don û çewriyên leşî û cebirandina kêmasiya xwînê.
Leymûna tirş ji malbata giyayên guldar e û navê wê yê zanistî 'Citrus limon' e. Leymûna tirş xwedî tama xwe ya ciyawaz e, ji ber ku lêvanlêvî Asîd Sîtrîkê ye.
Leymûn çavkaniyeke gelekî baş ji Vîtamîna C, rîşala xorakî, Asîd Sîtrîk û hesin e. Tama taybet a leymûnê ew kiriye hêmaneke hezkirî di vexwarink, deser û xwarinê da. Hema bêje hemî beşên leymûnê dikarin di çêkirina xwarinê û paqijiyê de bên bikaranîn.
Hinek ji taybetmendiyên leymûn tirş:
1 - Tijî ye ji Vîtamîna C
2 - Xwedan rêjeyeke zêde ya antî-oksîdanê ye
3 - Metirsiya şêrpenceyê kêm dike
4 - Ji bo dil û demaran sûdmend e
5 - Rêgirî li Asmayê dike
6 - Sîstima hêminiya leşî bihêz dike
7 - Metirsiya sekna mejî kêm dike
8 - Li hemberî kêmxwîniyê leş diparêze
9 - Klêstrolê kêm dike
10 - Pêvajoya herskirin û mehandina xwarinê baştir dike
Hin têbînî derbarê bikaranîna leymûna tirş:
- Berovajî gelek mêweyan, leymûna tirş piştî çinînê nayê gihîştin û kualîteya wê baştir nabe
- Leymûn dema ku gihîştiye divê were çinîn û berhevkirin û di dema odeyê de û dûrî tîrêja rasterast a tavê were hilgirtin.
- Vexwarina qaseke zêde ya ava leymûnê jî dikare ji bo pêşîgirtin li kêmasiya ava leşî alîkar be.
- Ji bo bijartina leymûna guncan, leymûnên bi rengê vekirî û takereng bi kar bîne.
- Leymûnê li nav sarincê hilgire da ku bo heyama zêdetir bikarî bi kar bînî.