Hezîran 27, 2024 16:24 Asia/Tehran
  • Em Heyvê zêdetir nas bikin

Heyv girsa herî ronî û mezin li asimanê şevê ye ku dibe sebeba keşûhewaya hema bêje mayînde li ser Erdê û qabiliyeta jiyanê li ser vê seyrokê zêde dike.

Li gorî rapora IRNA'yê ji zarê NASA'yê, Heyv bi îhtimaleke mezin çend miliyar sal berê piştî lêketina girseke fezayî bi mezinahiya Marsê li Erdê pêk hatiye.

Heyv çawa hat binavkirin

Tenha qemera xwezayî ya Seyroka Erdê wek Heyv (Hîv) tê binavkirin. Ji ber ku xelkê nedizanîn ku hin qemerên din jî hene; heta wê demê ku "Galileo Galilei" di sala 1610an da çar qemerrên ku bi dora Seyroka Bercîsê (Muşterî) digerrin keşif kirin. Di zimanê Latînî da ji Heyvê ra "Luna" dihat gotin.

Gelo qabiliyeta jiyanê li ser Heyvê heye?

Gellek memûrioyet ji bo naskirina Heyvê pêk hatine; lê ti belgeyek der heqê hebûna bûnewerên zindî li ser Heyvê nehatiye peydakirin. Tevî vêya, dibe ku Heyv di pêşerojê da bibe koloniya mirovan; keşifkirina vêya ku qeşaya avê li Heyvê heye û bilindtirîn asta xestbûn anku tîrbûnê li devikên tarî yên cemserî diqewime bûye sebeb ku mirov niştecîbûna li Heyvê wek îhtimalekê li ber çav bigirin.

Mezinahiya Heyvê

Nîveşkêla (xêza nîv-çemberî) Heyvê derdora 1080 Maylî (1740 Kîlomitr) kêmtir ji sê yekê panatiya Erdê ye û bi navgînî 238 hezar û 855 Maylan (384 hezar û 400 kîlomitrî) dûrî Erdê ye. Yanî ev îmkan heye ku 30 Seyrok bi mezinahiya Erdê di navbera Erd û Heyvê da cih bigirin.

Heyv bi aramî ji Erdê dûr dibe û her sal derdora Înçekê (54.2 cm) navbira wê û me zêdetir dibe.

Atmosfera Heyvê çawa ye?

Heyvê atmosfereke gellekî nazik û lawaz heye ku jê ra "Exosphere" tê gotin û ti parastinekê li hemberî teyîsîna Rojê yan lêketina meteorîtan pêk nayîne.

Av li ser Heyvê

Di heyama keşifkirinên destpêkê li ser Heyvê û lêkolîna li ser gişt nimûneyên vegerandî ji memûriyetên Apolo û Luna'yê wisa dihat berçavgirtin ku asta Heyvê ziha û bê av e.

Cara yekem sala 2008an di Memûriyeta Chandrayaan-1 (Yekem Sefîneya Bê-lêniştî ya Hindî) bi awayê teqil av li ser Heyvê hat keşifkirin. Di vê memûriyetê da molekûlên Hîdroksîlê li ser Heyvê û cemserên wê hatin keşifkirin.

 

Serepeyv