Çile 19, 2023 19:18 Asia/Tehran
  • Balefira şêrr a Tupolev-95’ê ya Rûsiyê bi hêzeke zêdetir vegeriya

Pîşeya Hewa-Feza ya Rûsiyê di germegerma şerê Ukraynê da ragihand ku balefira bomberêj a stratejîk a bi navê Tupolev-95 MSM’ê hatiye birojkirin û xurtkirin.

Li gorî nivîsa malpera EuroTimes’ê, Kompaniya ‘Balefirvaniya Yekgirtî’ ya Rûsiyê bi daxuyaniyekê ragihand: “Li gorî bernameya hînkirinê, balefireke bomberêj a hilgira mûşekê ya bi navê Tupolev-95 MSM’ê gellekî hatiye bihêzkirin û di dema firrînê da hemî testên pêwîst li ser pergal û parçeyên wê pêk hatine.”

Li gorî vê raporê, Ev birojkirin pêkhatî ji çar matorên ‘Turboprop’ê yên nû ye û tê gotin ev matora Turboprop’ê ya herî bihêz e ku heta niha ketiye xizmetê.

Hêjayî gotinê ye ku pergaleke Radarê ya nû û pergala Armancbîn bi bikaranîna Setlayta GLONASS’ê jî li ser vê balefira stratejîk hatine sazkirin.

Di encama vê nûjenkirinê da, çaverêtî heye ku ev bomberêja stratejîk heta sala 2025an ji aliyê hêzên çekdar ên Rûsiyê va were bikaranîn.

Tupolev-95 ku li NATO’yê wek “Hirç” tê naskirin, balefireke bomberêj a dûrbirr e û di heyama ‘Şerê Sar’ da wek pişkeke sereke ya Pêşîlêgirtina Atomî ya Soviyetê bû.

Yekîneya Geştên Asiman ya Dûrbirr a Hêza Hewa-Feza ya Rûsiyê hema wisa kombalefireke pêkhatî ji 47 balefirên Tu-95’ê ye.

 

 

Serepeyv