Musk xwe wek "rêvebirê sereke" yê Twitterê îlan kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i337416-musk_xwe_wek_rêvebirê_sereke_yê_twitterê_îlan_kir
Musk lijneya rêveberiya Twitterê betal kir û xwe wek "rêvebirê sereke" îlan kir
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 01, 2022 09:55 Asia/Tehran
  •  Musk xwe wek

Musk lijneya rêveberiya Twitterê betal kir û xwe wek "rêvebirê sereke" îlan kir

Rêvebirê Payebilind ê Tesla û SpaceXê Elon Mask ê ku Twitter kiribû, lijneya rêveberiya wê betal kir û xwe wek rêvebirê sereke yê Twitterê îlan kir.

Twitterê xeber da Komîsyona Borsa û Nirxên Menqûl ên Amerîkayê û ragihand ku rêvebirê sereke yê Twitterê bi tenê Elon Musk e.

Musk jî ji ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî weşand û ragihand ku rêvebiriya wî rewşeke "demborî" ye.

Di nav rêvebirên payebilind ên Twitterê da ku ji kar hatin derxistin da Parag Agrawal, Ned Sega û Bret Taylor jî hene.

Musk şirketa medyaya civakî Twitterê bi 44 milyar dolarî kirîbû.