Mûtasyona genetîk a dibe sedema Qanserê hate tespîtkirin
May 04, 2022 23:38 Asia/Tehran
Zanyaran mûtasyona genetîk a dibe sedema qanserê tespît kirin.
Zanyarên Amerîkayê tespît kirin, ku gen(jên) a BRCA2 a ji prîmatan derbasî mirovan dibe, mûtasyona ku lê dibe hîn bêhtir meyla qanserê zêde dike.
Gen a BRCA2 weke geneke ku tumorê asteng dike tê naskirin. Di vê genê de ku DNA'yê sererast dike, dema ku guhertineke biçûk lê çêdibe, meyla mirovan a li qanserê zêdetir dike.
Di nava prîmatan de qanser nexweşiyeke ku kêm caran çêdibe. Lê belê li nava mirovan, nexweşiya qanserê duyemîn sedema herî mezin a mirina mirovan e.