Cotmeh 02, 2025 10:56 Asia/Tehran
  • Ciyawaziya navbera Tekûzîxwazîya erênî û nerênî: Kîjan baş e?

Tekûzîxwazî (perfectionism) taybetmendiyeke kesayetî ye ku dikare him hêvîder be û him jî bibe berbend ji bo pêşketinê.

Tekûzîxwazî li ser du cûreyên erênî û nerênî tê dabeşkirin; di vê nivîsarê da em ê cihêwaziyên van du cûreyên tekûzîxwaziyê vekolînin û hin rêkaran ji bo bikaranîna aliyên wê yên erênî pêşniyaz dikin.

 

Tekûzîxwazî çi ye?

 

Tekûzîxwazî tê wateya bidestxistina standardên bilind û hewldana ji bo ku tu qisûrî û kêmasiyek nemîne. Lê ev taybetmendî dikare bi du awayan xuya bibe: Tekûzîxwazîya erênî (sazgar) û Tekûzîxwazîya nerênî (nesazgar). Her yek ji vana xwedan bandorên cihêwaz li ser jiyan, têkilî û tenduristiya me ya derûnî ye.

 

Tekûzîxwazîya erênî: Mator û palnera serkeftinê

 

Tekûzîxwazîya erênî demek e ku mirov hin standardên bilind ji bo xwe diyar dike; lê ev standard li gorî rastiyê û hêvîder in. Di vê rewşê de, ew ji hewldana ji bo baştirbûnê hez dike û şikestê wek derfetek ji bo hînbûnê dibîne.

 

Taybetmendiyêmn tekûzîxwazîya erênî:

 

  • Diyarkirina armancê li gorî şert û mercên rasteqîne
  •  
  • Kêfkirina ji pêvajoyê
  •  
  • Guherbarî
  •  
  • Xwebawerî

 

Tekûzîxwazîya nerênî: Davikek ji bo strês û bêhêvîtiyê

Tekûzîxwazîya nerênî demekê diqewime ku mirov standardên nerasteqîne û bidestnexistî ji bo xwe diyar dike û ji ber her cûre kêmasî yan çewtiyê bi giranî hest bi xemgîniyê dikî. Ev cûreya tekûzîxwazîyê pirrî caran hevrê digel bêhedarî, strês û kêmbûna xwebaweriyê ye. Di rewşeke wisa da divê mirov hîn bibe ku çawa nebe kesekî tekûzîxwaz!

 

Taybetmendiyên Tekûzîxwazîya nerênî:

 

  • Tirsa ji şikestê
  •  
  • Lêhûrbûna li ser lawazî û kêmasiyan
  •  
  • Paşda-avêtina xebatan

 

Em çawa Tekûzîxwazîya erênî xurttir bikin?

 

  • Armancên SMART diyar bike
  •  
  • Kêfa xwe bi pêşketinê bîne
  •  
  • Rexnegirtina li xwe kêmtir bike
  •  
  • Guherbar be
  •  
  • Li tenduristiya derûnî ya xwe miqayît be
  •  

Tekûzîxwazî: Şûrekî dudev

 

Têgihîştina ciyawaziya navbera tekûzîxwazîya erênî û tekûzîxwazîya nerênî dikare alîkariya mirov bike da ku hevsengiyeke baştir di jiyana xwe ya kesane û pîşeyî ava da bike. Tekûzîxwazîya erênî mirov ber bi pêşketin û serkeftinê va han dide, di halekî da ku tekûzîxwazîya nerênî dikare li ser rêya pêşketina wî bibe asteng. Tekûzîxwazî dikare weke şûrekî dudev be. Eger bi duristî were meşandin, hêza palner ji bo bidestxistina armancên mezin e. Lê alîgiriya wê ber bi aliyê nerênî va be, dikare strês û bêhêvîtiyê pêk bîne.

 

Bi lêhûrbûna li ser armancên anegorî şert û mercên rasteqîne, mirov dikare tekûzîxwazîya erênî di jiyana xwe da xurt bike.

 

Serepeyv