Zanînên ecêb û balkêş ku hêjaye zanînê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/baŞ_e_bizanÎ-i333147-zanînên_ecêb_û_balkêş_ku_hêjaye_zanînê_ne
Di vê dinyayê de gelek tiştên balkêş hene ku em li ser wan nizanin an jî ev cara yekem e ku em li ser wan dibihîzin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 10, 2022 19:06 Asia/Tehran
  • Zanînên ecêb û balkêş ku hêjaye zanînê ne

Di vê dinyayê de gelek tiştên balkêş hene ku em li ser wan nizanin an jî ev cara yekem e ku em li ser wan dibihîzin.

Heta îro tenê %0.001ê gerdûnê hatiye lêkolînkirin, ev tê wê maneyê ku gerdûn hîn jî gelek razên veşartî hene û belkî ji ber vê yekê jî tu mirovekî zindî nikare her tiştî li ser vê gerstêrkê (erdê) bizanibe. loma îro me şend ji van tiştên balkêş kom kirine ku renge ji we re jî balkêş bibe.

-Diranên sêlikê (Helezûnê) di cîhanê de tişta herî muhkim û qahêm e! Hêza van diranan ew qas mezin e ku dikarin pê keviran jî bişkênin!

-Zilamên herî dirêj li cîhanê li Holendayê dijîn, navîna dirêjahiya wan 183 cm, dirêjtirîn jinên cîhanê li Letonya ne, navîna dirêjahiya wan 170 cm ye.

-Di Serdema Navîn de guhar bi piranî ji aliyê mêran ve dihatin lixwekirin û jina nedixwestin guharê li xwe bikin ji ber ku Dêra Katolîk qulkirina guh qedexe kiribû.

Dizên deryayî û aştîxwazan nedixwestin bikevin bin barê vê qanûnê. Zilamên bi guhar dihatin sirgûnkirin bo Cape Hornê, yek ji cihên herî xeternak ên li ser rûyê erdê, cihê ku her tim bi baran e û bi ciyayê qerişî û cemdî hatiye dorpêçkirin.