Çile 22, 2016 07:54 Asia/Tehran
  • Vênêzoêlayê xwest ku civîna awaretea OPEC`ê were birêxistin

Wezîrê niftê yê Vênêzoêlayê roja pêncşemiyê, 21`ê çileya 2016`an, xwest ku civîna awarteya welatên berhemênerên niftê nasyar bi OPEC`ê ji bo sekinîna li hemberî kêmbûna bihayê niftê were birêxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Reuters`ê ji Karakasê, wezîrê niftê yê Vênêzoêlayê, Oloxiuyû Dêlpiyû ragihand: Em ji welatên endam yên ne endam li rêxistina welatên berhemênerên niftê, OPEC`ê dixwazin ku bi civîneke lezgîn ji bo hilkolandina riyên sekinîna li hemberî kêmbûna bihayê niftê kiryareke bingehîn pêk bînin.

Dêlpiyû bi gotina vê yekê ku bihayê nifta xav di asta 60 dolarî anku du beranberî bazara niha ya cîhanî dê dadwerane be, got: Gişt welat qala sermayedanîn û derxistina kedkaran dikin, ev rewşeke diltezîn e, ji ber ku bihayê niftê ji asta dadwerane kêmtir e.

Vênêzoêla welatekî li halê rêkûdê û kêmpêşketinê ji ber kêmbûna bihayê niftê ye ku tûşî hin pirsgirêkan bûye û bi caran xwestiye ku civîneke awarte bi armanca piştgiriya ji bazarê were birêxsitin, lê ev hewildan heta niha bêhûde û bêencam bûne.