Dengvedana cîhanî ya hemaseya 22`yê Behmenê di medyayên cîhanê de
Sibat 12, 2026 19:14 Asia/Tehran
Meşa pircoş û berfireh a gelê Îranê di salvegera serketina Şoreşa Îslamî de, dengvedanek berfireh di medyayên navneteweyî yên bi navûdeng, bi taybetî yên ewropî de, hebû û gelek ajansên nûçeyan û torên nûçeyan ên cîhanê, ji bilî weşandina amadebûna gelê Îranê, peyama hêz, yekîtî û hevgirtina neteweya Îranê ji cîhanê re ragihandin.
Beşdariya berbiçav a xelkê Îranê di salvegera serketina Şoreşa Îslamî de ji kamêrayên medyayên biyanî dûr nema.