Sibat 09, 2026 17:15 Asia/Tehran

Dosiya giran a bêexlaqiyê ya Cêfrî Epstîn, sermayedarê amerîkî wekî qopiyeke mezin her roj hejmareke rayedarên siyasî yê niha û berê yên rojavayî û Amerîkayê dadiqurtîne û riswa dike.

Her roj berûlayên nû yên dosiya sê milyon rûpelî ya karên derveyî exlaqê ya Cêfrî Epstîn, sûckarê cinsî û qaçaxçiyê zarok û jinan jibo destavêtina rayedarên welatên rojavayî eşkere dibin û navê Trump, serokkomarê Amerîkayê bi sedan carî di vê dosiyê de hatiye û niha diyar bûye ku Epstîn û tora wî beşeke çavkaniyên aborî yên pêdiviyê cinayetan û serdestîxwzaiyên Rejîma Siyonîst dabîn dikir.

Can Esaf, senatorekî amerîkî wek berteka himber eşkerekirina berûlayên dosiya Epstîn got: Endamên tora Epstîn li Amerîkayê hikimdariyê dikin. Wî got ku hikûmeta Trump hikûmeteke ku ji kesên zengîn pêk tê. Ev çîn û qata Epstîn ango kesên hevtûşê u wekî wî ne ku li welatê me hikimdariyê dikin.

Ji hêla din va, dûhatên eşkerekirina belgeyên dosiya bêexlaqiya Epstîn teze li Ewropayê destpê kirine, kêmtirî 24 sietan piştî wêdeçûna serokê nivîsgeha Serokwezîrê Inglîzê, Tîm Alên, Rêveberê Têkliyên Kiyêr Starmêr jî ku bi têkiliya bi dosiya Epstînê re tawanbar bûye îstifa kir û bi vî awayî qeyrana li nivîsgeha serokwezrtiya Inglîzê li kolana Dawnîng Strîtê ket qonaxane nû.

Medya Inglîzê ragehand Rêveberê Têkiliyên nivîsgeha serokwezîrê vî welatî ji ber têkiliya berfireh bi Epstîn re neçar ma îstifa bike.

Wezareta Derve ya Norvejê ragehand Balyozê vî welatî li Urdinê bi dû eşkerebûna têkiliya wî bi Cêfrî Epstîn, sûckarê sûcên cinsî re li Amerîkayê ji posta xwe îstifa kir.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsiyê jî tekez kir ku berûlayên nû yên dosiya Eptîn nîşan didin ku çi asteke bilind a bêexlaqiyê di nav şarezayên rojavayî de heye û ev dosya sembola serdestîya şeytan ser welatên rojavayî ye. Di nava welatên herêmê de, Tirkiyê jî li gorî belgeyên heyî di berdêla wergirtina bi sedan hezar dolarî, bi sedan zarok veguhestine girava Epstîn û lêkolînên  derbarê wê de li Tirkiyê destpê kirine.

 

Serepeyv