Li Efrînê 50 hezar koçber hewceyî alîkariyê ne/ Beşa tenduristiyê ya Kobaniyê têk çû
Vê mehê di encama şerê li Helelbê de zêdetirî 50 hezar welatiyên Sûriyê koçberî bajarê Efrînê û derdora wê bûn.
Berpirsekî Kurd ê li herêmê got cih ji bo piraniya koçberan hatiye dabînkirin lê pêdiviya wan bi alîkariyên mirovî heye.
Serokê Encumena Xwecihî ya ENKS ya Efrînê, Ehmed Hesen got: Di dema êrişa ser taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên Helebê de 150 hezar Kurd koçberî Efrînê û derdora wê bûn lê nêzîkî 100 hezar kes vegeriyan cihên xwe.
Hêzên Colanî 6`ê Kanûna Paşîn a 2026`an êrişî wan her du taxên Kurdan ên Helebê kirin û piştre operasyon li herêmên din ên di bin desthilata HSD`ê de berfireh bûn û di encamê de bi deh hezaran Kurd koçber bûn.
Ehmed Hesen got: Piştî êrişên Helebê, nêzîkî 150 malbatên din ji Tebqayê koçberî Efrînê û derdora wê bûn.
Li gor nûçek din, Navenda Çavdêrîya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku sektora tenduristiyê ya li Kobaniyê di rewşeke trajîk de ye û ji ber dorpêç û tunebûnê mirina zarokan destpê kiriye.
Bijîşkekî ji Nexweşxaneya Hêviyê ya Kobaniyê da zanîn ku 4 zarokan canê xwe ji dest dane.
Her wiha hat ragihandin ku ji ber qutbûna elektrîkê û kêmbûna oksîjenê ya li nexweşxaneyê, hinek zarokên nûbûyî di dema jidayikbûnê de mirine.