Çile 12, 2026 12:55 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Gellek belge têkildarî destwerdana ji derve hene ku raberî civaka navdewletî tên kirin

Seyîd Ebbas Iraqçî Wezîrê Karên Derve yê Îranê vê sibê di civîna tev balyoz û wekîlên welatên curbicur yên li Têhranê de basa alugurên Îranê u sîyaseta hikûmetê kir.

Iraqçî di destpêka vê civîn u hevdîtinê da ji balyoz u wekîlên welatên din ên li Têhranê ra got: Ev civîna di rewşekê da tê lidarxistin ku berdewamîya şerê danzderojî ya bi şiklekî din u di halê bidawîhatinê da ye. Em dê çend hefteyên din salvegera 47an a serketina Şoreşa Islamî pîroz bikin ku nîşan dide Îranê çi rêyeke tijî evraz u nişîvî ji bo parastina rûmetê derbas kirîye. Em li himber hewlên zilhêzên bîyanî sekinîn. Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Ji 28ê Kanûnê va hin nerazîbûn pirranî jî li bazarê û ji hêla esnaf u çalakên aborî va hatin nîşandayîn, xwenîşandaneke aram u biaştî ji bo dîyarkirina nerazîbûnê ku ew jî mafê rewa u xwezayî yê her welatîyekî îranî ye u eva qonaxa yekem bû. Ew nerazîbûnên aram 3 rojan li bazara sereke ya Têhranê hatin domandin û hikûmetê jî demlidest dest bi gotûbêja tev wekîlên esnafan u sendîkayan kir.

Wî herwiha got: Xwenîşandan bi armanceke biaştî bûn, lewma çalakên aborî u esnafan pirsgirêkên xwe vegotin u xwenîşandan kêm bûn û gotûbêj hatin domandin. Serok u wekîlên esnaf u sendîkayan pirsgirêkên xwe hilêxistin. Iraqçî di dewama axavtina xwe da got: Lê neraszîbûn ji 1ê Çillê va bi şiklekî ciddî hatin nîşandan. Di qonaxa yekem da biaştî bûn, di qonaxa duyem da hin kesên nû tevlî xwenîşandanê bûn û xwenîşandan veguherî şîdetê. Eva jî babeteke asayî ye u li gellek welatên cîhanê jî nerazîbûn veguherîne şîdetê.  

Hêzên emnî jî ser hemdê xwe serederî kirin u hewil dan ku pêşîya şîdetê bigirin. Wezîrê karên Derve yê Îranê got: Hêzên emnî yên me hewil dan ku xwenîşandanê bi serederîyeke nerm kontrol bikin, lê ji 8ê Çillê va em bi qonaxeke tam nû u cida re rûbirû bûn. Ji roja 8 heta 10ê Çillê terorîst ketin dewrê. Me dît ku di destê hin xwenîşanderan da çek heye u eyan bû ku planek hatîye darêştin ku xwenîşandan veguherî şîdeta civakî, kuştin u ajaweyê li asta netewî da. Iraqçî herwiha got: Armanc ew bû ku hejmara kuştîyan jorda here, ji ber ku Trump gotibû heke gel bê kuştin, em ê bikevin dewrê û eva jî destwerdana aşkira ye. Ya girîng ew bû ku ji ber gotina Trump, kesên bi dû ajawegêrîyê bûn, karek kirin ku hejmara kuştîyan jorda here. Me tomar dengên ji derveyî welêt va heye ku ji bo terorîstan hatîye şandin ku êrişî polîsan bikin û heke nebû, êrişî gelê asayî bikin.  

Wî herwiha got: Dixwestin ku hejmareke zêdetir a merivan were kuştin, kesên ku hatine kuştin, ajawegêr u terorîstan ji pişt va gulle avêtine wan. Terorîstan fenanî endamên DAIŞê hêzên berevanê ewlehîya bajêr serjê kirin u hinek ji wan jî hema sax şewitandin. Gellek avahîyên hikûmî û binkeyên polîsan şewitandin û zîyan gîhandin 80 ambulansan. Êrişî mizgevtan kirin u agir berdane 53 mizgevtan u heta birîndaran jî dikujin. Gellek belge bi dest ketine u xwe jî mukur hatin ku gellek dirav dabûn wan. Ji bo êrişa ser navend u binkeyên polîsan, 80 milyon tûmen dane ajawegêrekî. Kesekî ji bo şewitandina mal u mlikê giştî u hikûmî 20 milyon tûmen wergirtîye. Heta me vîdyo hene ku nîşan didin çekan di nav xwe da belav dikin. Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Di qonaxa sêyem da hêzên emnî ketin dewrê u bi terorîstan ra rûbirû bûn û ew girtin. Gellek belge têkildarî destwerdana ji derve hene ku raberî civaka navdewletî tên kirin. Di vê civînê da hin dîmen u wêneyên êrişa terorîstan ser welatîyan u hêzên berevanê ewlehîyê yên îranî hatin weşandin.

Serepeyv